Nothing Special   »   [go: up one dir, main page]

Here naverokê

Akrê

{{Infobox bajar

| nav            = Akrê
| navê_fermî     = Akre
| nexşeya_cihan  = Îraq
| lat_deg = 36 | lat_min = 44 | lat_sec = 00  | lat_dir = N
| lon_deg = 43 | lon_min = 54 | lon_sec = 00  | lon_dir = E
| welat          = Başûrê Kurdistanê
| dûgel          = Îraq
| parêzgeh       = [[duhok

(parêzgeh)|Duhok

| rûerd          = 
| gelhe          = 23.088
| gelhe_sal      = 2009
| wêneSer        = Akre, Iraq.jpg
| wêneSer_sernav = Bajarê Akrê
| malper         = 

}} Akrê bajarekê Kurdistana Başûr e. Ev bajêr dikevit navbera Dihok, Hewlêr, Mûsil û Amêdiyê. Bajêrê kevin li pala Çiyayê Akrê ye û li gelek taxan serbanê malekê hewşa maleka dî ye. Lê niha bajêr ber bi aliyê deştê ve zêde dibit.

Kelha Akrê ya kevin bêguman yek ji cihên asê ji bo bergirî ya dijberî dujminan bûye. Li dema hatina leşkirê Ereban Kelha Akrê yek ji cihên şerê dijberî leşkirê Îslamê bûye. Ev kelh niha wêeaneyeka bêxudan e. Karên giring li wê kelhê hatine kirin. Ji wan karan anîna avê bi boriyan ji nihalekê bo ser çiya ye.

Pêkhateya civakî ya bajêrî têkhilek ji jiyana bajêriyan û xelkên eşîretî ye. Akreyî wekî bajêrî ji nimûneyên bajêrwarî ya kevin ya Mîrgeha Behdînan in, lê eşîretên mîna Zêbarî, Herkî û Sûrçî rolên gelek giring di dîroka vî bajêrî da lîstine.

Yek ji bingehên rewşenhizirî ya Mîrgeha Behdînan Akrê bûye. Hind cihên girêdayî bi Akrê ve mîna gundê Şoşê jî gelek zana, nivîskar û hozanvan pêgehandine.

Nahiyeyên Akriyê (navên fermî, 2009)

Cihên turîstîk

Çavkanî

Girêdanên derve