Nothing Special   »   [go: up one dir, main page]

Here naverokê

bersiv

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bersiv bersiv
Îzafe bersiva bersivên
Çemandî bersivê bersivan
Nîşandera çemandî bersivê wan bersivan
Bangkirin bersivê bersivino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bersivek bersivin
Îzafe bersiveke bersivine
Çemandî bersivekê bersivinan

bersiv

  1. cewab, welam, îfade, berdêla pirsekê, cab, agahiya hatiye xwestin
    • Hûn ê belkî ji xwe bipirsin: çima di vê pirtûkê de nigarine din wilo xweşik û dilbir wek nigara darên baobabê tune ne?" Bersiv hêsan e: min xwest lê ez çi bikim bi destê min derneket. — (Antoine de Saint-Exupéry, (wergêr Fawaz Husên), Mîrzayê Biçûk, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1995ISBN 91-88592-19 7)
    Bersiva pirsa min bide. (Wê agahiyê bide ya ku ji te dipirsim.)
  2. çare, hel
    Bersivek bo vê pirsgirêkê divê.
  3. bertek, reaksiyon
    Bersiva kurdan çi ye dijî şewitandina gundan ji alî hikûmetê ve?
  4. rakirina telefonê
    Min deh car telefona wî lê daye lê bersivê nade.
  5. hevberî, berdêl, bedel
    Rizgarbûna Kurdistanê tek bersiv e dijî polîtîkayên asîmîlasyonê.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji ber + *siv, a paşîn hevreha farisî سخن‎/سخون(sexen, sexûn, axaftin), farisiya navîn û pehlewanî 𐫘𐫟𐫇𐫗(sexwen), soranî پاساو(pasaw, poşmanî), peştûyî پوښتنه(poṣtena), belûçî [skrîpt hewce ye] (pas(s)aw), pehlewanî 𐫛𐫘𐫇𐫟(pswx /pessox/) > farisiya navîn 𐫛𐫘𐫇𐫟(pswx /pessox/), [skrîpt hewce ye] (pʾshw' /pasox/) > farsiya klasîk پاسخ(pasux) (tev bi wateya bersiv, ji proto-îranî *pati-cahwaH (petiçehweh, bersiv), *cánhati (ragihandin, ravekirin), ji proto-hindûîranî *cánsati, ji proto-hindûewropî *ḱéns-e-ti, ji *ḱéns- (daxuyandin, aşkartin). Hevrehên din ên hindûewropî sanskrîtî शंसति (śáṃsati, daxuyanî kirin), latînî cēnseō (boçûn dan, raya xwe gotin) û dibe ku yûnaniya kevn κῶμος (kômos, şahî, festîval) jî.

Werger

[biguhêre]
Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.