newroz
Xuyakirin
Binêre herwiha: Newroz
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | newroz | newroz |
Îzafe | newroza | newrozên |
Çemandî | newrozê | newrozan |
Nîşandera çemandî | wê newrozê | wan newrozan |
Bangkirin | newrozê | newrozino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | newrozek | newrozin |
Îzafe | newrozeke | newrozine |
Çemandî | newrozekê | newrozinan |
newroz mê
- Her sal roja 21 adarê ku wek serê sala nû ya kurdî û arî tê pîrozkirin.
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
- Meha yekem ji salnameya kurdî anku arî anku îranî (ji 21 adarê ta 20î nîsana zayînî).
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
- (kulîlk) berfbizêk, gula Iris persica
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
Herwiha
[biguhêre]Bi alfabeyên din
[biguhêre]Hevmane
[biguhêre]Pîrepend
[biguhêre]- Newroz xilas bû dew û doz, ne dibe herî ne dibe toz
- Newroza siltanî, dargopala xwe hilanî bihar û zivistan ji hev deranî
- Newroza siltanî, landika sava bibe ser xanî, tu êş nagihên laşê xwedanî
- Newroza siltanî, dargopala xwe hilanî, sala kevn û teze ji hev deranî
- Newroz ecêb roj
- Newroz e seyr û nuwaze
Agahdarî
[biguhêre]Berê forma serdest di kurmancî de "nevroz" bû, ne "newroz". Ev ne ji bandora tirkî bû (di tirkî de "w" nîne) ji ber ku li deverên kurmancîaxiv yên derveyî Bakurê Kurdistanê jî wisa dihat gotin. Heta di stranên stanbêjên me yên ku kurdiya wan gelek baş bû, wek Eyaz Zaxoyî û Erdewan Zaxoyî de jî, peyv "nevroz" bû, ne "newroz". Lê van salan ji ber tesîra soranî her kes peyvê wek "newroz" dinivîse (di soranî de "v" bi xwemalî nîne).
Du sedemên nivîsîna peyva "nevroz" wek "newroz"ê hene:
- prestîja zaravaya soranî di nav kurmancan de: forma soranî qaşo "kurdîtir" e
- nivîsîna peyvê bi yek yan çend herfên ku di zimanê tirkî de nînin (w) daku kurd "baş bidin diyarkirin ku nevroz ya wan e, ne ya tirkan e û heta bi zimanê tirkî ne mimkin e ku were nivîsîn jî".
Herdu sedem jî fehmbar in lê yek jî ne zanistî ye.
Etîmolojî
[biguhêre]Ji zimanên îranî, hevreha soranî نەورۆز (newroz), farisî نوروز (nûrûz), têkilî nû + roj anku "roja nû".