Nothing Special   »   [go: up one dir, main page]

Bilêvkirin

biguhêre

herî

  1. hokerek e bo diyarkirina ku tiştek yan kesek xwedî taybetmendiyekê ye ji hemî tiştên yan kesên din zêdetir:
    Pirtûka herî xweş (xweştirîn pirtûk; pirtûka ji hemî pirtûkên din xweştir)
    mirovê herî dirêj (dirêjtirîn mirov; mirovê ji hemiyan dirêjtir)
  2. hokerek e dikeve berî kêm yan zêde yan hin peyvên din û wateya "bi kêmî" yan "bi zêdeyî" û hwd.
    Herî kêm 100 kes hatin civînê. (Hejmara yên hatin civînê ne ji 100an kêmtir e lê belkî zêdetir be.)
    Ez dê herî dereng seet 10 bigihim wê derê. (Ez ji seet 10ê derengtir nabim lê belkî berî 10ê jî bigihim wir.)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha tewrî, ji her (hergav, herdem) + , bi ramana "tiştê/a ku (bêvan)tirîn a her demê heta niha ye". Bide ber îngilîzî ever ku ji bo heman ramanê bi kar tê.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
biguhêre

herî

  1. (axa têrav) Baştir: herrî (1)
biguhêre

herî

  1. (mûyê pezî) Baştir: hirî

Formeke lêkerê

biguhêre

herî

  1. (tu biçî) Baştir: herrî (2)