Nothing Special   »   [go: up one dir, main page]

Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Xwedê Xwedê
Îzafe Xwedê Xwedêyên
Çemandî Xwedê Xwedêyan
Nîşandera çemandî Xwedê wan Xwedêyan
Bangkirin Xwedêyo Xwedêyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Xwedêyek Xwedêyin
Îzafe Xwedêyekî Xwedêyine
Çemandî Xwedêyekî Xwedêyinan
 
Xwedê erd û esmana afirandiye.

Xwedê nêr

  1. Xaliq, afirînerê dinyayê û hemî tiştê heyî (li gor dînan anku baweriyan).
    Xwedê ji te razî be.

Têkildar

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Bikaranîn

biguhêre

"Xwedê" hem forma tewandî û hem jî ya netewandî ye ji ber ku ew bi "ê" diqede. Bi heman awayî peyva "" hem forma netewandî û hem jî ya tewandî ye (bikaranîna forma "rêyê" wek di "li ser rêyê" de tewandina "hîperkorekt" e anku ji pêwîstiyê zêdetir e.)

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha farisî خدا(Xuda), soranî خوا(Xwa), farisiya navîn Xweda, xwarezmî Xwedêw, sogdî Xwetaw, avestayî Xwedate-, hemû ji xwe + taw- (hêz, şiyan, karîn > soranî tiwanîn = karîn, şiyan) anku maneya "Xwedê" dibe "[bi-]xwe-[bi]hêz". Bide ber yûnanî αὐτοκρατής (autokratês: otokrat, serwer, desthilatdarê bi hêza bêsinor) ji αὐτο- (auto: xwe) + κράτος (kratos: hêz). Peyvên kurdî xwedan, xwedî, xatûn, xoce jî ji eynî rehî ne. "Xwe" ji proto-hindûewropî *swe- ye, "taw-" jî ji proto-hindûewropî *tep- (germ kirin, enerjî danê) ye ku herwiha serekaniya peyva tav ya kurdî ye jî.

Ku di kurmancî de "Xwedê" bi "ê" û di farisî de "Xuda" bi "a" û di soranî de jî "Xwa" bi "a" ye, ew tiştekî pirr siriştî ye ji ber ku gelek caran li hemberî "a" ya farisî yan soranî yan zazakî di kurmancî de "ê" heye: bo nimûne, "asan" ya farisî û soranî di kurmancî de "hêsan" e, "hak" ya zazakî di kurmancî de "hêk" e û hwd.

Hêjayî gotinê ye ku tevî forma kurmancî ya devkî "Xudê" û ya farisî "Xuda" gelek dişibin "God" ya îngilîzî û bi taybetî jî Gud ya swêdî lê têkiliya wan ya etîmolojî bi hev re nîne. Ew ji proto-hindûewropî *ǵʰuto- (gazîkirî, banglêkirî) tên.

Ramîna ku ji xwe + dan anku xwe afirand hatibe etîmolojiya gelêrî ye, binêrre li êzdan.

Bi zaravayên din

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.